Talîban: NY soza alîkarîyê daye me

.

Berdevikê Talîbanê Suhail Şahîn ragihand ku nûnerên payabilind yên rêxistinê do Yekşemê li Kabulê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re kom bûne.

Serokê Ofîsa Sîyasî ya Talîbanê Mele Abdulganî Barader û nûnerên din, jiber hişkesalîyê û aborîya Efxanistanê ya li ber têkçûnê bi Martin Griffith re civîyan.

Şahîn ji Twitterê ragihand ku şandeya NYyê soz daye ku di civîna pêş de bang li welatan bike ku bo gelê efxan pirtir alîkarî bişînin.

Herwiha Şahîn da zanîn ku Talîbanê garantî daye şandeya NYyê ku hevkarîyê bike û tesîsên pêwîst bide wan.

Efxanistan, ku yek ji welatên herî xizan yên cîhanê ye, jiber hilweşîna hikûmeta bi piştgirîya dewletên rojava û qutbûna alîkarîya bi mîlyaran dolar ket nav krîzeke aborî.

Çaverê ye ku NY bo gotûbêjkirina krîza li Efxanistanê di 13ê Îlonê de li Cenevrê konferanseke alîkarîyê ya navneteweyî li dar bixe.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê