Talîban gef li Tirkiyeyê xwar

.

Talîban li ser mijarên cîgirkirina yekîneyên leşkeri li Afganistanê û birêvebirina balafirgeha Babilê Tirkiye hişyar kiriye.

Talîbanê roja Sêşemê Tirkiyê hişyar kiriye ku pilanên gengaz hene ku hin leşkerên xwe li Afganistanê bihêle da ku piştî vekişandina leşkerên biyanî balafirgeha sereke ya Kabîlê birêve bibe û biparêze.

Enqereya ku piştî vekişîna NATOyê daxwaza birêvebirin û parastina balafirgeha li paytextê kiribû, li ser mijarên aborî, siyasî û piştgiriya lojîstîkî bi hevkarê xwe Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê re hevdîtinan pêk tîne.

Li gorî nûçeya Reûtersê Talîbanê daxuyanî daye û ev biryar şermezar kiriye û gotiye:

“Heke rayedarên tirk dagirkirina welatê me berdewam bikin wê Emîrtiya Îslamê ya Afganîstanê li dijî wan bisekine û wê berpirsyartî jî di stuyê wan ê tevlî karê hinek din dibin de be.”

Talîban di daxuyaniyê de bang li Enqereyê kiriye ku fikra xwe biguherîne û diyar kiriye ku şîrîkatiya Tirkiyeyê ya Balafirgeha Kabîlê wê di navbera du dewletên misilman de tenê bibe pirsgirêk. Talîban, destnîşan kiriye ku bi rayedarên Tirk re demeke hevdîtinê dikin û daye zanîn ku heke Tirkiye leşkeran li Afganîstanê bihêle wê peymanê bin pê bike.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em ji ber darvekirina ciwanê kurd Mêhrab Ebdullahzade Dewleta Îranê rûreş û protesto dikin
Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET