Talîban: Em nahêlin Tirkiye li Efxanistanê bimîne

.

 Berdevkê Talîbanê dibêje, “Em rê nadin ku Tirkiyê leşkerên xwe Efxanistanê  bihêle.”

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid ji ajansa Rûsî RIA Novosti re axivî û ragihand, “Me nerazîbûna xwe li beramber helwesta Tirkiyê derbirî û piştî vekişîna Amerîkayê em bi tu awayî rê nadin ku bi tu hincetekê, hêzên din yên biyanî li vî welatî bimînin.”

Herwiha Mucahid diyar kir ku ew li dijî biryara Tirkiyê ya derbarê Balafirxaneya Kabulê de ne û got, “Eger Enqere di danûstandinan de bibe alîkar û bikaribe rewşa Efxanistanê baştir bike, em dê ji vê yekê  kêfxweş bibin, lê em nahêlin ku Tirkiye li Efxanistanê bimîne.”

Berdevkê Talîbanê herwiha destnîşan kir ku Talîban dixwaze ku ji Encûmena Efxanî ya nûnerên gel hukûmetê ava bike û got, “Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bingeheke siyasî ava dikin. Hikûmeta Îslamî û hikûmeta ku em dixwazin ava bikin dê ji komîteyeke nûnerên gel pêk bê.”

Ev demek e ku Berdevkê Talîbanê duh amaje bi wê yekê kiribû ku ti aliyekî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yê li dijî baweriya Talîbanê tune ye û gotibû jî, “Tirkiye birayê me ye, gelek aliyên me yên hevpar yên di warê baweriyê de hene. Em dixwazin ku peywendiyên me yên baş ligel Tirkiyê hebin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike