Talîban: Divê artêşa NATOyê ji Efxanistanê derkeve

.

Tevgera Talîban ragihand; divê Tirkiye û welatên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişînin. 

Tevgera Talîban ragihand; divê Tirkiye û welatên NATOyê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişînin.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Suhêl Şahîn ragihand; li gor rêkeftina ku tevgerê li Dohayê ligel Amerîkayê îmze kiriye, divê artêşa NATOyê ji Efxanistanê vekişe.

Suhêl Şahîn destnîşan kiriye; ji ber ku Tirkkiye beşek e ji NATOyê, divê ew jî artêşa xwe vekişîne.

Tevgera Talîban a Îslamî ya Efxanistanê, ku piştî rûxana îmarata wan ji aliyê Amerîkayê ve, ji sala 2001ê ve li dijî Amerîkayê şer dike. Di 29ê Sibata 2020an de ligel Amerîkayê li hev kirin û biryar hat dayîn ku Amerîka artêşa xwe ya li Efxanistanê vekişîne.

Li gor rêkeftinê, diviyabû meha Gulana îsal Amerîka vekişe, lê belê îdareya Joe Biden ev biryar paş xist heta meha Îlona bê.

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir