Swîsreyê Bahar Yalçinkaya radestî Tirkiyeyê kir: Tevî pitika xwe hat girtin

.

Bahar Yalçinkayaya ku ji navenda vegerandinê ya li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, tevî pitika xwe ya 15 mehî hat girtin.

Bahar Yalçinkaya nêzîkî 2 salan li navenda vegerandinê ya Ruckkehrzentrum Oberhalden Finkenriedê ya li Zurîhê dima.

Doh ji ber sedemeke ku nehatiye eşkerekirin radestî Tirkiyeyê hat kirin.

Hat ragihandin ku li ser Bahar Yalçinkayayê ji ber parvekirinên wê yên li ser torên civakî bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" dosyeyek hebûye.

Li gorî nûçeya MAyê, piştî radestkirinê doh Yalçinkaya birin dadgehê û dadgehê bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" biryara girtina wê da.

Parvekirinên Bahar Yalçinkayayê yên li ser torên civakî yên li ser Abdullah Ocalan û Rojavayê Kurdistanê wekî hinceta sûcdarkirinê hatin nîşandan.

Bahar Yalçinkayaya ku zarokeke wê ya 5 salî û pitikeke wê ya 15 mehî heye, tevî pitika wê şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê.

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî