Swêd jî daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo girtina Salih Muslim red kir

Hat ragihandin ku Wezareta Dadê ya Swêdê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo girtina hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim red kir û ragihand ku Muslim Swêd terikandiye.

Li gorî nûçeya Russia Today (RT) ya ku dispêre malpera Aftonbladetê Wezareta Dadê ya Swêdê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo girtina hevserokê berê yê PYDê red kiriye û gotiye, ji ber ku Salih Muslim ji Swêdê derketiye.

 

Hêjayî gotinê ye ku Salih Muslim duhî ji bo beşa kurdî ya Radyoya Swêdê gotibû ne li Swêdê, ne li Almanyayê ne jî li welatekî din yê Ewropayê ti kêşe jê re derneketiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin