Sûriye û Rûsya: Kampa Holê ji bin kontrola Rêveberiya Xweser derketiye

.


 Bi daxuyaniyeke hevbeş, Rûsya û Hikûmeta Sûriyê diyar kirin, ji ber zêdebûna hejmûna DAIŞê, Kampa Holê ji bin kontrola Rêveberiya Xweser derketiye.

Di daxuyaniya hevbeş ya Serokê Navenda Îdareya Berevaniya Niştîmanî ya ser bi Wezareta Berevaniya Rûsiyê ve Mikhail Mezentsev û Wezîrê Rêveberiya Xwecihî yê Hikûmeta Sûriyê Hisên Mexlûf de, dilgiraniya xwe li hember têkçûna rewşa kampa Holê ya li başurê rojhilatê Hesekê nîşan dan û diyar kirin, rewşa wê kampê gihiştiye asteke metirsîdar û ji ber zêdebûna hejmûna DAIŞê, Kampa Holê ji bin kontrola Rêveberiya Xweser derketiye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, kesên ku di Kampa Holê de dimînin, bi taybetî ya zarok rûbirûyî gefa tundrewiyê dibin û hatiye diyarkirin, divê welatên ku welatiyên wê di Kampa Holê û kampên din yên bakurê rojhilatê Sûriyê de dimînin, kar bikin wek Rûsiya welatiyên xwe vegerînin.

Rûsya û Hikûmeta Sûriyê eşkere kirin, Amerîka û hevpeymanên wê kar dikin, ku rewşa Sûriyê aram nebe û dan zanîn, dorpêçên wan neyasayî ne û di xeniqandina Sûriyê de berdewam dibin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye