Sûriye: Pirsa Kurd nîne, Rojava erdê Sûriyê ye

Şêwirmendê Hikûmeta Sûriyê Abdulkadir Ezuz ji televizyona Al Khed a Erebî re ragihand, hikûmeta Sûriyê amade ye bi hêzên bakurê Sûriyê (Kurd) re danûstandinê bike û got, “Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) erdê Sûriyê ye.”

Ezuz herwiha diyar kir ku dê artêşa Sûriyê li dijî her êrîş û hewlên dagirkeriyê berevaniya erda xwe bike û li ser pirsa Kurd û got, “Kêşeyeke bi navê pirsa Kurd li Sûriyê nîne.”

Ezuz pesnê şerê hêzên Kurdî li dijî DAIŞê da û da zanîn, “Ew hemwelatiyên welatperwer in.”

Herwiha Ezuz diyar kir ku dê hikûmeta Sûriyê rêveberiya bakurê Sûriyê (Rojava) dewrî xwe bike û her cure xizmetê bo wê deverê bike.

 

(peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin