Sûriyê: “Peymana Soçiyê, tiştekî naguhere!”

Piştî ku Rûsya û Tirkiyê li Soçiyê, peymanek çêkirin û gotin ku em ê li Idlibê herêmeke bêçek ava bikin, ji aliyê Sûriyê, berteka pêşî hat. Peymana Soçîyê, tiştekî naguhere.

Duh Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Rûsyayê li Soçiyê hevdîtinek pêk anîn. Di encama hevdîtinê de hat ragihandin ku êdî operasyon li Idlibê nayên kirin û herêmeke bêçek wê were avakirin.

Heta niha ji aliyê Sûriyê, daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin; lê belê hinek çavkaniyên nêzîkî rejîmê îdda kirin ku peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li qadê tiştekî naguherîne. Artêşa Sûriyê wê di demeke nêzîk de li dijî Lazkiyê, Hama û Al-Gahê operasyonê bide destpêkirin. Idlib jî wê di demeke nêzîk de bê standin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin