Sûriye – Li Tertûsê zilamekî xwe û sê keçên xwe kuştin!

Li bajarê Tertûs yê Sûriyê, zilamekî xwe û sê keçên xwe kuşt û jina xwe jî birîndar kir!

Li gorî medyaya Sûrî, duhî li bajarê Tertûrsê zilamekî bi navê Xedîr Selam xwe û sê keçên xwe kuştin û jina xwe jî birîndar kir.

Wî zilamî beriya ku wê komkujiyê bike, li ser rûpela xwe ya facebookê gotibû: Dema hûn vê peyamê bixwînin min xwe û sê keçên xwe kuştine…!

Wî zilamî her wiha daye zanîn, du kesan gefa şewitandina wî û keçên wî xwaribûn û hêza wan jî hebû wê yekê bikin, loma wî bi neçarî xwe û keçên xwe kuştine.

Ew du kesên ku ew zilam behsa wan dike, hatine girtin.

Berpirsên hikûmeta Sûriyê dibêjin, ew arîşe ji ber nakokiyên madî bûye û jina wî jî niha li nexweşxanê ye û xetera mirina wê nîne.

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê