Sûrîye li dijî rêkeftina HSD û kompanyaya Amerîkî derket

Wezreta Derve ya Sûrîyê di daxuyanîyekê de rêkeftina Rêveberîya Xweser û kompanyaya Amerîkî şermezar kir û got, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”

Wezreta Derve ya Sûrîyê derbarê rêkeftina Rêveberîya Xweser û Kompanyaya Delta Kirîsent Energy a Amerîkî de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya Wezareta Derve ya Sûrîyê de hatîye gotin, “Sûrîyê bi tundtirîn şêwe rêkeftina di navbera HSD û kompanyayeke Amerîkî de red dike.”

Wezreta Derve ya Sûrîyê wê rêkeftinê wek “dizîyeke aşkere” binav dike û dibêje, ev “dijminkarîyeke li dijî serwerîya Sûrîyê.”

Wezareta Derve ya Sûrîyê îddîa jî dike, “Ev rêkeftina ji bo dizîya petrola Sûrîyê bi serpereştî û piştevanîya Rêveberîya Amerîkî hatîye kirin.”

Wezreta Derve ya Sûrîyê herwiha gotîye, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”

Di roja 30.07.2020an de kompanya bi navê, Delta Crescent Energy LLC li gel HSDê peymaneke petrolê îmza kirîye û Amerika jî piştgirîya vê dike. Tê gotin ku li ser peymanê ji mêj hatîye axaftin.

Li gor agahîyan Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê di derheqê peymanê de Tirkîye jî agahdar kirîye û ji alîyê Tirkîye ti pirsgirêk derneketine. Li gorî çavkanîyek din di derbarê peymanê de Rusya jî hatîye agahdar kirin.

Senetorê Partîye Komarî Lindsey Graham jî peyman piştrast kir û got ew bi telefonê Serfermandarê HSDê Mazlum Kobanî re axivtîye.

Wezirê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî gotîye ti zerara peymanê tune ye û ew jî peyman pejirandîye.

Li Surîyê û Rojavayê Kurdistanê petrol piranî di destê HSDê de ye û ji alîyê Amerîka ve tê parastin

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe