Sûriyê bo destûra nû, merc datanîn ber NY

Hikûmeta Sûriyê çar merc di derbarê pêkanîna komîteya amadekirina destûreke nû ji Sûrİyê re de daniye û bi du peyaman ew mercan pêşkêşî Netewên Yekgirtî kiriye.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset mercên Hikûmeta Sûrİyê eşkere kir, ku bi vî awayî ne.

Yek: Pêbendî bi serweriya Komara Erebî ya Sûrİyê û yekîtiya axa wê.

Dido: Nabe ti welatek destwerdanê di wê komîteyê de bike.

Sisê: Nabe ti merc li ser karên komîteyê û biryarên wê, bên sepandin.

Çarem: Nabe nexşerêyeke demî ji bo encamdana karên komîteyê bê destnîşankirin.

Di herdu nameyên xwe ku ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî re şandine de, Hikûmeta Sûriyê şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura bi şewitandina qunaxên çareseriya kirîza li Sûriyê tometbar kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin