Sûriyê balafira Rûsyayê ya îstîxbaratê xiste xwarê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku balafira îstixbaratê IL-20 a Rûsyayê ji ber rûyê Îsraîlê hatiye xistin, ji ber ku balafirên F-16 yên artêşa Îsraîlê xwe li paş balafira IL-20 ya Rûsî veşartibûn.

Duh bi şev Navenda Hêzên Serbazî ya Rûsyayê li Sûriyê ragihand ku balalfira îstîxbarata elektronî IL-20 nêzî demjimêr 23:00 ji radaran winda bû. Di heman demê de hat ragihandin ku di wan kêliyan de balafirên şer ên Îsraîlê yên F-16 jî êrîşî ser erdê Sûryê dikirin.

 

Ji Baregaha Serbazî ya Rûsyayê li Sûrî herwiha hat ragihandin ku di dema windabûna balafira IL-20 de keştiya serbazî ya Fransayê jî moşek diavêtin ser Sûriyê.

 

Îro ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ve, xistina balafira IL-20 li ser Deryaya Spî hat piştrastkirin. Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de tê gotin ku balafira IL-20 ji aliyê moşeka S-200 a sîstema Berevaniya Artêşa Sûriyê ve hatiye xistin, ji ber ku, bi îdiaya wezaretê, balafirên Îsraîlê F-16 xwe li pişt wê balafirê veşartibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin