Sûriye: %90 ê petrola Sûriyê di destê Amerîka de ye

.

Wezîrê petrolê yê Sûriyê Bassam Toma duhî li ser mijara petrola Sûriyê ragihandinan kir. Toma ragihandiye ku %90 ê petrola Sûriyê ji aliyê Amerîka û destekvanên wê de tê kontrolkirin.

Wezîr Toma gotiye ku dahata ji petrola Sûriyê  hêvî dide wan û bo wê jî pêdiviya wan bi hûzûr û îstîqrarê heye û zerara wan ya heya niha li dora 92 mîlyar dolariye.

Li aliyê dinê li gor nûçeya Middle East Monitorê; bo Rûsya li qerexê bajarê Tartûsê petrolê derbixe, Sûriye bi şîrketa petrolê ya Rûsya re ya bi navê Capilê re, bo sehayekî 2250 km2 yan, bi Rûsya re peymanê çêkiriye.

Petrol û xaza xwezayî yê Sûriyê ya ku li devera Rimêlan dertê, di destê HSD ê de ye. Her weha seha petrol û xaza El-Omer û Et-Tenekê û li Dêrezorê seha El-Azba di destê HSD ê de ne.

Sehayên petrolê yên ku di destê Sûriyê de ne kêmin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye