Sûrî: Ji bilî pêwendiya digel Kurdan ti bijardeyeke me nîne

Piştî biryara vekşîna Hêzên Amerikayê ji Sûriye, desthilata Şamê yekem car daxûyaniyek liser pêwendiya xwe ligel kurdan ragihand.

Îro Cîgirê Wezîrê Derve Yê Sûriyê Feysel Miqdat ragihand ku ti bijardeyek din ji derveyî pêwendiyê ligel kurdan nîn e.

Bi vî awayî desthilata Şamê da diyarkirin ku piştî biryara vekşîna Hêzên Amerika ji Sûriye, ligel kurdan dinav pêwendiyê de ne.

Herwiha Miqdat got ku bi berçavgirtin a helwêsta êrîşkar a Tirkiye pêwendiyên ligel aliyên kurdî dîsa hatine zindî kirine.

Berî hefteyekê hatibû ragihandin ku bi navbeynkariya Rûsyayê pêwendî dinan Rêvebiriya Xweser û Hukimeta Şamê de pêk hatiyê. Berpirsên TEVDEM û PYDê bang li Şamê kiribûn ku dijî êrîşên Tirkiyê bajarên kurdan biwesitin. Herwiha bi wê armancê rejima Sûriyê hinek hêzên xwe ber bi bajarê Menbicê ve şandibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin