Sûrî Hevpeymana Navdewletiyê bi 'qirkirinê' sûcdar dike

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, ew çalakiyên Hevpeymana Navdewletî yên di dema rizgarkirina Reqayê de wek 'qirkirinê' bi nav dikin ku piraniya bajêr wêran kiriye.

Televîzyona Fermî ya Sûriyê SANA, bi ser zarê çavkaniyekî ji Wezareta Derve rahihand ku wî çavkanî gotiye Wezaret, kiryarên Hevpeymanê yên di dema rizgarkirina Reqayê de wek 'qirkirinê" dibîne û divê ev kiryar bêne cezakirin.

Herwiha, wî peywirdarê Wezaretê gotiye, Sûrî, wan îdiayên derewîn ên daxuyaniya Fransayê ku vê yekê wek 'rizgarkirina Reqayê' pênase dike jî tê de şermezar dike. Peywirdarê herwiha gotiye Fransayê bi piştevaniya komên li Reqayê, bi qestî bo tunekirina Sûriyê ev kiryar kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin