Sûrî: Bo operasyona li rojhilata Firatê em li benda biryara Rûsyayê ne

Serokê Polîtburoya Artêşa Sûriyê General Ehmed Hesen got divê herkes bersivekê bide peyamên Tirkiyê bo operasyona li dijî Rojhilata Firatê.

Generalê Sûrî Hesen Ehmed Hesen got ew li benda bersiva Rûsyayê ne di derbarê gotarên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğanî ku daxuyandibû ew ê dixwazin li dijî Rojhilata Firatê operasyonekê bidin destpêkirin.

Hesen, li ser egera operasyoneke Tirkiyê ya li dijî Rojhilata Firatê ji Sputnîkê re got: Divê her alî bersivekê bide vê. Ne tenê Artêşa Sûriyê, hevalên me yên Rûsî jî ku bi berdewamî koordînasyon û rêkeftinan digel Tirkiyê re dikin divê vê bibersivînin.

Li aliyekî din Hesenî got heke digel Amerîkayê li hev nekiribe Erdoğan nikare van daxuyaniyan bide.

Erdoğanî heftiya borî gotibû me planên xwe saz kirine bo operasyonekê li dijî Rojhilata Firatê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin