Sûretê Helepçê

Nazdar Kahramaner

SÛRETÊ HELEPÇÊ

Rojnamevan!

Ka tu karî sûretê Helepçê bikşînî?

Tu karî bikşînî sûretê lîstika nîv mayî

Qêrînên zarokan

Mirina bê wext

 

Tu karî bikşînî sûretê êşa şewatê

Reva bi çavê kor

Dilên bi tirs

Hawara dayikan

 

Tu karî bikşînî sûretê dengê bombeyan

Bîhna  xapînok

Ewrê wek tofan

Fedîkirina ezmana

 

Tu karî bikşînî sûretê mêjîyên nemirovatîyê

Armancên qirêj

 

Rojnamevan!

Ev sûretê ku te kişandîye

Têr dike ku meriv  bibîne

Biçûkketina mirovatîyê

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")