Stratejîstê Banka Swêdî: Heta Erdogan Banka Navendî birêve bibe em pere narazînin

.

Piştî ji kar dûrxistina Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, nirxê dolar li hember lîreyê tirk gihîşt ser 8 lîreyan û borseya Stenbolê jî rêjeyeke zêde kêm bû.

Stratejîstê Banka Nordea ya Navnetewî ya Swêd Andreas Steno Larsen, li ser biryara Erdogan a di nav 5 mehan da du caran guhertina serokê Banka Navendî got, heta ku Erdogan mudaxeleyên xwe berdewam bike, ew pozîsyoneke xweşbîn bo pereyê Tirkiyê nastînin.

Andreas Steno Larsen, li ser Twitterê ragihand, “Heta ku Erdogan Banka Navendî birêve bibe, ew ti carî pozîsyonekê bo lîreyê tirk nastînin.”

Larsen herwiha gotiye, xirabûna rewşa lîreyê tirk ne ji bo dolar lê belê ji bo euro pirsgirêk e.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin