Stranbêjê Kurd ê Çolemergî dolarên xwe avêt rûbara Zapê

Aydin Aydin demekî di TV6/Kurdî de bi navê ”Çepik” programekê birêve dibir. Wer xuya ye ew xweş fêrê çepikan bûye û bi çepikan xweş dilîze!

Stranbêjê Kurd yê Çolemrgî Aydin Aydin li ser banga serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ew jî li gundê xwe yê Xezekyan çalakîyekê li dar xistîye û dolarên xwe avêtîye rûbara Zapê.

Herweha ew stranekî li dijî dolarên Amarîkayê tomar kiriye û pesnê lîrayê tirk û welatê xwe Tirkîyeyê daye û gotîye; li ser gotina serokkomarê xwe Erdogan ew vê çalakîyê li dar xistîye û xwestîye para wî jî hebe ku listîka li hember Tirkiyeyê dihê listîn vala derkeve.

Berê jî ew wexta Tirkiyê balafira Rûsiya xistibû û Rûsîya ambargo danûbû ser Tirkiyeyê, Aydin Aydin albumên xwe yên ku têde klibên mankenên rûs hebûn, şewitandibû û Rûsyayê protesto kiribû.

Aydin Aydin demekî di TRT6/Kurdî de bi navê ”Çepik” programekê birêve dibir. Wer xuya ye ew xweş fêrê çepikan bûye û li ber çepikan xweş direqise! 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin