Stenbol/ Frokeyeke leşkerî ya tirk ket: 4 mirî

Li navçeya Çekmekoya Stenbolê frokeyeke leşkerî kete xwarê û di encama bûyerê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, li Çekmekoyê helîkoptera leşkerî ku daketina mecbûrî li nava sîteyekê kir, ji ber sedemeke nediyar ket.

 

Di encama qezayê de 4 leşkeran canê xwe ji dest dan.

 

Hejmareke ekîbên tendirustiyê û îtfaiyeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku derbarê qezaya helîkopterê ya ku 4 leşker mirine, lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Li ser hesabê Twitterê yê wezaretê ji bo qezaya helîkopterê ya li Stenbolê daxuyaniyek hat belavkirin.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku helîkoptera bi tîpa UH-1ê ya Fermandariya Alayê ya Asîmangeriye li Stenbolê bi qezayê ketiye xwarê û di qezayê de 4 leşker mirine û  di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Li aliyekî din A Habera nêzîkî hikûmetê jî di şîroveya vê nûçeyê de, gotareke skandal bi kar anî û got: "Xwezî ev helîkopter, ya Amerîkayê bibûya û me jî bi vî awayî bidaya"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin