STENBOL/ Celal Baykara çu serdana SES Û KURD-KAVê

Namzetê Serbixwe yê Stenbolê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi çerçoweya xebatên hilbijartinê serdana Kurd-Kav û Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê (SES) kir.

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat, xwebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.

Bi vê hilkeftê Celal Baykara û şandeyek pê re roja duşemê 11ê Adarê çûn serdana Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (KURD-KAV) û ji alîyê Seroka KURD-KAVê Fusûn Kilikap û ji rêvebiriya weqfê Abdurrahîm Deli, Faruk Durre, Emin Eren û Semra Arcan Gokçen ve hatin pêşwazîkirin.

Rêzdar Fusûn Kiliçkap xweşhalîya xwe bo serdana Baykara û şandeyê anî zimên û got ew serkeftinê ji vê rêya pîroz ku Birêz Baykarayî ketiye ku ew ji bo doza kurd û Kurdistanê emrekî terxan kirîye.

Baykarayî jî sedema danîna namzetîya xwe rave kir û got me xwest ku kurd û kêmarên dinan bê alternatîf nemînin ketine rê.

Ji alîyê xwe va, Celal Baykara û Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gul û şandeyek ji Tifaqê, roja sêşembê jî serdana Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê-SESê kir.

Li SESê jî Baykara li ser girîngîya mafên kurdan û kêmarên dinan sekinî û amaje bi vê yekê kir ku rêvebirina şaredarîyan ne tenê ji xebatên jêrxane û jorxaneyan pêk tê jê girîngtir ev e ku mafê azadîya çanda xelkê ku li wî bajarê dijîn yek ji girîngtirîn peywirên şaredarîyan e.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin