Steinmeier: Amerîka, Çîn û Rûsya Dijî Ewlekarîya Cîhanê Gefan Çêdikin

Serokomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier dîyar kir ku rikeberîya di navbera Amerîka, Rûsya û Çînê de bo ewlekarîya cîhanê gefan çêdike.

Navenda Nûçeyan - Steinmeier li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê da zanîn ku jiber wan her sê dewletan li qada navneteweyî bawerî û ewlekarî çênabe.

Wî da zanîn ku Amerîka hebûna civaka navneteweyî red dike, Rûsya hêza xwe ya sîyasî ji alozîya pevçûnên li sînorên Ewrupa digire û Çîn jî bi tenê li gor peymanên bo berjewendîyên wê tevdigere.

Steinmeier da zanîn ku ew rikeberîya di navbera her sê dewletan de dikare pêşbazîyeke nû ya bo çekên navokî çêke.

Serokomarê Alman bang li dewletên Ewrupa kir ku li hember her sê dewletan di hevsengîyê de bisekinin.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin