Soz li hewayê man: Almanya li şûna avakirina Şingalê, Êzidiyan dersînor dike

.

 Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê Dr. Îrfan Ortaç got, “Di naskirina Komkujiya Êzidiyan de 20 xal hebûn lê ji wan xalan yek jî nehatiye bicîhanîn.”

Nûnerên Kurdên Êzidî bangî partiyên Kurdan jî kir û got, “Em ji hemû partiyên siyasî yên Kurdan dixwazin ku êdî ji ser pişta qurbaniyên Êzidiyan siyasetê nekin.”

Almanyayê malbateke Kurdên Êzidî ya ku bi "şaşîtî" dersînor kiribû dê dîsa vegerîne.

Dersînorkirina Malbata Qasim dilgiraniyeke mezin li cem Kurdên Êzidî yên li Almanyayê çêkiriye û metirsî heye ku ew jî bên dersînorkirin.

Malbata Qasim a Kurdên Êzidî, 22yê Tîrmehê li gel 43 kesên din ên Îraqî bi balafireke taybet dersînorî Bexdayê hat kirin.

Malbata Qasim sala 2022yan ji ber êrişên DAIŞê ji Başûrê Kurdistanê koç kiribû û daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kiribû lê daxwaza wan nehatibû qebûlkirin.

Ev bûyer di demekê de diqewime ku Hikûmeta Almanyayê siyaseta xwe ya li hemberî koçberan tundtir dike.

Dersînorkirina Malbata Qasim li Almanyayê gelekî deng veda û Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Brandenburgê Rene Wilke ragihand ku ew dê malbata ku bi "şaşîtî" hatiye dersînorkirin, dîsa vegerînin.

Maatz Qasimê 12 salî, piştî ku gihiştibû Bexdayê, bi rêya vîdeoyekê ji medyaya Almanî re behsa awayê dersînorkirina malbata xwe kiribû û gotibû:

“Em di xew de bûn, ji nişka ve ew hatin hundir û qîriyan, 'Polîs!' Em gelekî tirsiyan, me nizanîbû çi dibe. Wan got, 'Hûn dê werin dersînorkirin, kelûpelên xwe kom bikin'.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Hikûmeta Almanyayê di 3-4 salên dawiyê de zêdetirî 300 Kurdên Êzidî dersînor kirine.

Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê Dr. Îrfan Ortaç li ser dersînorkirina Malbata Qasim û dosyayên penaberiyê yên Kurdên Êzidî ji Rûdawê re axivî.

"20 xalên naskirina komkujiyê yek jî nehatiye bicîhanîn"

Dr. Îrfan Ortaç da zanîn ku Almanyayê sala 2023yan Komkujiya Êzidiyan nas kiriye û yek ji xalên sereke jî avakirina Şingalê bûye lê heta niha tiştek nehatiye kirin û got:

“Hefteya borî malbateke Kurd a Êzidî bi awayekî neyasayî hat dersînorkirin. Mafê malbatê yê penaberiyê hebû lê dîsan jî hat dersînorkirin.”

Dr. Îrfan Ortaç diyar kir ku wekî Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan ew li dijî vê bêhiqûqiyê derketine û bi Wezareta Karên Navxwe yê Eyaleta Brandenburgê re ketine pêwendiyê.

Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê got, “Li ser îtiraza me ew niha lêkolînê dikin ku wê malbatê vegerînin. Em bi Wezareta Karên Derve re jî di pêwendiyê de ne.”

Ortaç anî zimên ku di naskirina Komkujiya Êzidiyan de 20 xal hebûn lê ji wan xalan yek jî nehatiye bicîhanîn.

"Bila ji ser pişta qurbaniyên Êzidiyan siyasetê nekin"

Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê bal kişand ser rewşa Şingalê û eşkere kir ku ji bilî devera Êzidiyan, hemû gund û bajarên ku ji ber şerê DAIŞê xera bûne hatine avakirin û got:

"Çima Almanya bandorê li Îraqê nake? Divê wekî dewlet jê re bêje ez vî karê te qebûl nakim û di warê dîplomasiyê de zextê li Îraqê bike.”

Ortaç amaje pê kir ku li Şingalê hewcedarî bi monumenteke bîranînê heye û ew dixwazin bi piştgiriya Almanyayê monumentekê ava bikin.

Dr. Îrfan Ortaç bang li partiyên siyasî yên Kurdan jî kir û got, “Em ji Îraqê, ji Kurdistanê û bi taybetî ji hemû partiyên siyasî yên Kurdan dixwazin ku êdî ji ser pişta qurbaniyên Êzidiyan siyasetê nekin. Bila ev bibe xeta sor.”

Wî her wiha berpirsyariya Almanyayê bi bîr xist û got, “Hezar DAIŞiyên Alman çûn Kurdên Êzidî kuştin. Divê ew wê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

"Cenabê Nêçîrvan Barzanî roleke girîng lîst"

Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê, rola Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi bîr anî û got, “Her çi qasî em Kurdistanê rexne bikin jî wê karên baş jî kirin.

Cenabê Nêçîrvan Barzanî di warê vegerandina keçên Êzidî yên ku hatine revandin de roleke girîng wergirtiye. Divê em tim vê jî bînin ziman û ev beşeke ji vê dîrokê.”

Ortaç daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kir ku di heman rêyê de bimeşe û diyar kir ku hîn jî 2 hezar û 600 Kurdên Êzidî winda ne û nayê zanîn ka ew keç û jinên ku car caran tên rizgarkirin, çawa û ji kû tên rizgarkirin.

Divê were gotin ku Parlamentoya Almanyayê 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan Komkujiya Şingalê nas kir.

Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg şandeyeke Kurdên Êzidî jî di wê rûniştina Parlamentoya Almanyayê de amade bûn.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Trump 10 roj dem da Rûsyayê
Tom Barrack pesnê hewlên Mezlûm Ebdî da
Fermandarê Hêzên Asmanî yê serdema Beşar Esed hat girtin
Rejîma Îranê di hefteyekê de 20 kes darve kirin
Destûr nedan ku lêpirsîn li polîsê bu sedema mirina Mîraçê 7 salî, were vekirin