Soylu: Amerîka Tirkiyê dixapîne

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê biryara Amerîka di dema cezaya li ser wezîrên Tirkiyê radike, 3 rêveberên PKKyê ceza dike. Amerîka bi vê biryara xwe serederiya terorîstbûnê bi wezîrên Tirkiyê dike û dixwaze Tirkiyê bixapîne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro derbarê wê biryara Amerîka ya derbarê serkirdeyên PKKê de axivî. Soylu aşkere dike ku Amerîka henekên xwe bi Tirkiyeyê dike û dixwaze wan bixapîne. Di navbera biryara Amerîkayê ya dijî 3 rêveberên PKKê û cezakirinên 2 wezîrên Tirkiyê de pêwendiyek watedar heye û Amerîka serederiya terorîstbûnê li wezîrên Tirkiyeyê dike.

Beriya niha çend rojan Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo serê 3 rêveberên PKKê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkanî 12 milyon dolar xelat diyar kiribû. Koma Civakên Kurdistanê KCK jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Amerîkayê dabû û gotibû, armanca Amerîkayê têkbirina PKKê ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin