Sosyalîst Enternasyonal:Bila Heşdî Şeabî ji Kerkûkê derkeve!

Sosyalîst Enternasyonal daxuyaniyek belav kir û beşek jê ji rewşa Herêma Kurdistanê veqetand. Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku Heşda Şeabî ji Kerkûkê û navçeyên bi nakok derkeve û tûndtijiya li dijî Kurdan were bidawîkirin.

25 û 26'ê Mijdara 2017'an de li bajarê Barcelona, paytexta Katalonyayê endamên Konseya Sosyalîstên Enternasyonalîst li hev kom bûn û piştî civînê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sosyalîstên Enternasyonalîst piştgiriyê dide bicihanîna destûra Iraqê û daxwaz dike hemû cûreyên tûndrewî yên li dijî gelê kurd werin rawestandin.

Her wiha di daxuyaniyê de operasyonên leşkeri yên hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin û ji Iraqê hate xwestin ku bi awayekî aştiyane û li gorî destura Iraqê li hemberî Kurdan tevbigere. Her wisa, rêxistin ji Bedxayê daxwaz kir ku bêyî şert û merc li gel Hewlêrê dest bi diyalogê bike û parêzgariya bajarên li herêma bi nakok, ku ew mafê Kurdan e, bidin Kurdan û milîsên li wan bajaran ji wan deran şûnde vekişînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin