Şoreş Îsmaîl: Êmê Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî û modern a netewî  

.

Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl got, ew hewil didin Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî û modern a netewî û da zanîn, proseya reforman di wezareta Pêşmerge de berdewam dike.

Şoreş Îsmaîl di peyama xwe ya vîdyoyî ya bo bilindkirina pileyên hêzên Pêşmerde de, efserên Pêşmerge yên pileyên wan bilind bûne pîroz kir û spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Îsmaîl diyar kir ku proseya reforman berdewam dike û encamên baş jê têne wergirtin û got, “Emê di vê proseyê de di wergirtina şêwr û şîretên gelê Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam bin.”

Şoreş Îsmaîl destnîşan kir, ew dê xebatên xwe yên bo yekbûn û avakirina hêza hevgirtî ya Pêşmerge ya modern û netewî berdewam bikin.

Wezîrê Pêşmerge got ku ew hewil didin li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hemahengiya bo ewlekariyê pêk bînin ku sedema nebûna Pêşmerge bicih neanîna yasayên Iraqê ye.

Îsmaîl bal kişand ser zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û got, DAIŞ li qadeke berfireh ji nû ve bihêz bûye û ketiye nav tevgerê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin