Şopa Xeterê; romana polîsî ya Mehmet Dehsiwar derket

Nivîskar Mehmet Dehsiwar romana xwe ya nû Şopa Xeterê bi civîneke li gel nivîskar û ronakbîran li Kitêbxaneya Kurdî da nasîn.

Nivîskar Mehmet Dehsiwar romana xwe ya nû Şopa Xeterê bi civîneke li gel nivîskar û ronakbîran li Kitêbxaneya Kurdî da nasîn.

Civîna danasînê ji alî Weşanxaneya APEC û Kitêbxaneya Kurdî ve hat amadekirin. Xwedîyê APECê Alî Ciftcî li ser rewşa weşanê û nivîskarên APECê axifî û bi kurtî behsa nivîskarîya Mehmet Dehsiwar û pêvajoya çapa romana wî kir.

Mehmet Dehsiwar jî bi kurtî behsa nivîskarîya xwe û bi giştî behsa romanên xwe  û bi taybetî jî behsa romana xwe Şopa Xeterê, naveroka wê, ziman û hwd kir.

Wekî tê zanîn Mehmet Dehsiwar yek ji wan nivîskarên pêşî ye ku roman û çîrokên polîsîye dinivîse. Ev romana wî jî li ser dewra berî 12ê îlona 1980ê û rewşa piştî wê û îşkenceya zindanê û hwd ye. Di romanê de şerê serleheng yê  li dijî JÎTEMê û serpêhatîyên wî yên li welêt û şerê li dijî istîxbarat û hwd.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")