Şopa darberûyê û meha Adarê

Cano Amedî

 Cano Amedi

Di bin sîya Darberûya kevnar de, ez rûniştim û min xwe spart hebûna wê.  Mîna jîndarek hevparê kul û derdê min. Min li derdora xwe dinihêrî, dît ku tûrikê meha Adarê bi gulîyê darê ve dalqandî ye. Di nav xeyal û hêvîyên siberojê de westîyabûm. Hişê min di nav mijar û pirsan  de avjenî dikir û bi çareserîyek mayinde ve mijûl bû.

Hawirdor bi dengê xwendin û awazên Şalûl û Bilbilan, bi gurre gurra bayê kur konserek didan, ez li ber wan dengan di xewre çûm. Nizanim wext çewa derbas bû, di kûrahîya xewnan de ez ketibûm nav rûpelên dîrokê. Ji dûrve ahenga deng û awazên tembûra Zîryab dihat guhê min. Germaya şewbêrkên Pêşmergan, atmosfera şikeftên sar û tarî serûbin dikir. Bi coş û kelecanîyek mezin, heyveron û çirîskên stêran hawirdor ronî dikir. Lorîna dayîkan, kilam û awazên dengbêjan, li deşt û zozanan, di navbera  newal û çiyan deng vedida. Mêrg û kanî bi wê coşê diketin govend û semayê.

Min dît ku li hawirdorî Fekîyê Teyran, kebokên azadîyê baskên xwe li hevdidin. Wek mizgînîyekê xêrê bidin, ji bo dûvrojê refên azadîyê ref bi ref rêz bûbûn. Karwanê azadiyê, bi kelecanîyek germ bi rê ketibû. Çavê wan, ji kêfxweşîya armanca wan, mîna stêrkên ezman dibiriqandin. Pêjna wan, di asoya dîrokê de, di nav hewldanekî de bû. Girseyek mezin, tevgerek giran bi armancek milî virde û wêde dibezîya...

Dengê Melayê Cizirî hawirdorê Medresa Sor pêçabû û rûpelên dîrokê bi hestên evîn û tesewûfê, bi hizrê felsefeyek millî xemilandibû. Pêlên hestên wî, tevlî xuşîna pêlên robarê Dicle dibû. Bi biryar û bawerîyek teqez, helbestên xwe li ser baskên teyrên baz li ba dikir. Awaz û qîrîna digîhand ji Başûr û Bakur, heta Rojava û Rojhilat. Berî dida neyar û ewha diqîrîya û digot:

 “Piştê nadin du hezar tîr û rîm û xişd

  Me serî danîye rê û bi Xwedê bestîye pişt”

 

Ji pala Agirî, ji Bazida rengîn bi navê Ehmedê Xanî stêrkek xuricî, xetek niştimanperwer ji rohniya rojê darişt ser rûpelên dîrokê. Peyama Ahmedê Xanî, li asoyê çîyayê Agirî weke stêrka Bakur dibirîqî û gazin ji Mîr û malmezinên miletê Kurd dikir. Di kûrahîya bêdengî û tarîya navbera erd û ezman de, hestên niştimanperwerî deng vedida. Ehmedê Xanî, bi hişmendiyek netewî rêya serwerî û serxwebûnê pêş desthilatên miletê xwe dikir û bi dilekî şikestî digot:

 “Ger dê hebûya me îttîfaqek

   Vêk ra me înqîyadek

   Hemîyan ji me ra dikir Xulamî

   Tekmîl dikir me dîn û dewlet

   Tehsîl dikir me îlm û hîkmet”

 

Mîna ku Darberû jî wekî min, weke dayika niştiman, di nava xem û gomann kûr de bû. Min çar pelên darberûyê girt û di nav kefa destê xwe de bi evîndarî mizda, min bi sohbetek kûr û dirêj hest û ramanên xwe ji Darberûyê re vekir. Min rûpelên dîrokê yek bi yek zivirand, herem bi herem, çiya bi çiya da pey şopa lehengên xwe: li pey şopa kokên Darberûyê ketim ku bigihîjim sînorê dîroka xwe!

Di wê meşê de bûm mêvanê pêjna stêrkên azad li ser rêça serxwebûnê. Lê ketim neqebên teng, newalên tarî; li rûpelên trajîk û travmayên giran rast hatim; li tevkujî, şewata jîyanê, koçberî û îşkenceyên giran rast hatim! Min jana nexweşîyên bê aqûbetîyê û hevrikîya bê tifaqîyê dît ku çendîn dîmenên têkçûnê li pey xwe hiştibûn. Min westandina travmayên giran his kir, armanca rewatiya mafdariya min, mîna çiyakî li ber min bilind bû. Li hawîrdor mar û morên xiyanetê, bi xizanîyê, nezanî û qîrîna îşkenceyan xwe xwedî dikir. Li welatê min jiyan, di pêngavên dijwar re derbas dibû û li hawirdor ewqas pale û simsarên xirabîyê hebûn ku meriv matmayî dihîşt.

Li rûpelên ferhenga tekoşîna dîroka nêz zîvirîm: rol û berdewamîya têkoşîna pêşeng û lehengên doza netewî bi bîra min xist. Bûn mêvanên Şêx Ubeydullah Nehrî, Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî, Xalidê Cibrî, Dr Fûad, Simkoyê Şikak, Pêşawa Qazî, Mele Mistefa Barzanî, Dr Qasimlo û pêşeng û lehengên bêjimar yên şehîdê azadiya Kurdistan!...

Min rûpelên meha Adarê vekir, bê ka di tûrê wê de çi heye? Ewqas tijî bûyerên xedar bû, ewqas tijî êş û jan bû, ji ber dilê min êşîya, mejiyê min helîya! Helbet mizgînîya beharê û şahiyê Newroza azadîyê jî bi bîra me dixist! Belê meha Adarê bi êş û şahîyên xwe sembola destpêka biharê ye. Adar vejîna têkoşîn û berxwedanêye jî.

Bi kurtayî: bi pêjna Darberûyê, ji 1ê Adarê de heta roja 31ê Adarê min rûpelên dîrokê zivirand. Yekê Adarê rojekî xemgînîyê bû, 10ê Adarê berhemên têkoşîna şoreşa îlonê û bingeha destkeftîyên azadiyê bû. 14 ê Adarê salvegera Pêşeng û lehengê doza netewî, 16 ê Adarê bîhna sêvan û ewrê mirinê bû li seranserê Halepçe. Jiyan rawestîyabû, Melkemotê mirinê kolan bi kolan, mal bi mal li jîndaran digerîya. Xelekên Enfalê li Barzan, li Germîyan, li Helepçê her diçû zêde dibû. Di wan rojan de neçarî û bêhêvîtî mîna ewrekî tarî yê bi jehr û mirin xwe bera ser Kurdistanê dabû!

Lê çirîskên Azadiyê di 21 ê Adarê de li ezmanê Kurdistanê wek hertim ewrên tarî kunkunî dikirin. Newroz hêvîya berxwedan û vejîna tekoşîna azadiyê ji nûve geş dikir! Agirên Newrozê ku li Çiyayên Kurdistanê bilind dibûn, asîman ronî, hêvîya azadiyê xurtir dikir.

Navekî meha Adarê jî meha Newrozê ye. Ev meh qala gelek bûyer û raperînan dike. Mehek bi xemgînîya miletê Kurd tijeye. Di vê mehê de miletê Kurd sê pêşengê xwe, bi sêdarê wenda kir. Li rûpelên dîrokê, wêneyên Pêşawa Qazî û Mele Mustefa Barzanî di bin Ala rengîn de bi rengê zêr hatibûn dariştin.  

Di sernîvîsên rojnameyan de, çîroka Darberûya ku di çolên Ereban de hatibû dîtin qal dikirin. Herkesî li gor xwe û desthilatdarê xwe, bi şêweyek beravajî çîrok digot. Ji bo manîpulasyon û derewan qala qudret û hîkmeta Xwedê dikirin. Kesî nediwêrî rastîya Darberûyê bigota! Bi navê “Enfalê” biryara tunekirina Kurdan hatibû dan. Jin, Zarok, kalemêr kom bi kom di kûrahîya Çolên Ereban de bi zîndî dihatin binaxkirin. Gorên komî yên komkujîya Kurdan li her derê çolên xîzê hatine belavkirin. Di kûrahîya van çolan de, di nava pêlên babîlosk û bahozan de, di bin toz û dûmana xîzê de reşayek di kûrahîya asoyê de xuya dikir. Di nav hestên dudilîyê de, gelo ev serap e an rastîyek e! Gelo ev mucizeyeke an hîkmeta Xwedê ye! Gelo ew reşayî, ew dîmen an ew şînayî ne delîl û belgeyên heqîqetê bin? Ew belgeya rastîya Enfal bû, rastîya wendayên zarok û mêrên ji heft salî heta heftê salî yên Barzan bûn ku kom bi kom bi saxî di bin quma Erebîstanê de hatibûn fetisandin. Ew Berûya ku ji Barzan heta çolên bêjiyan di bêrîka Kurdekî de ku hevrêtîya karwanê mirinê kiribû. Ew Berûya di bêrîka zarokekî de, bûbû belgeya komkujiya Kurdan di rûpelek dîrokê de. Ew Berû bû ku bû şahid û delîlê heqîqetek mezin. Ew Berû bû ku ji Barzan bi rê ket, di nav çolên bê serûber de bûbû sembola vejîna bi dohn û xwîna hêsîrekî Kurd!

Di salvegera 46 mîn ya dîl ketinê de,  di bin sîya darberûyê de, ez bi  gotin û rîtma strana BİLBİLÊ DİLŞADÎ carek din vegerîyam roja 17ê Adarê, dema cîwanîya me bû. Kelecanî, xwîngermî û bawerîyek bêsînor de hestên şoreşgerîyê, bayê têkoşînê ber bi menzîlê ve diherikî. Di bin êrîşên hêzên dagirkeran de, şerekî dijwar qewimî bû li hemberî qefleyê Gurên Boz!  Rojên ciwanîyê, pêvajoya dîl ketinê hat bîra min. Dengê têqîn û guleyan li ber Bircên Heft Bira, di Bedena Amedê de dengvedida.

Seydayê TÎRÊJ di vê helbesta xwe de dîroka têkoşîna dused salên dawî weke wênesazekî neqiş kirîye.

"Çar hawîr me diz û keleş in, tev dane dijmin

Me ji hev diqetînin bir bi bir, heyf û mixabin

Qet çar û umîda me nema ye bilbilê min

Meydane ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûre

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar

Gorî te bim, bilbil, ji ser darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bin, bi xwe çend rojên di dijwar

îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn, ey birader,

Stêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seranser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje: jîn divê, kotek û zor e.”

 

Bi hêvî û hişmendîya neteweyî Newroza We Pîroz Be!  17.03. 2026