SONARê rêjeya dengê Demîrtaşî ji %15 ye

Serokê SONARê Hakan Bayrakçi daxuyand ku hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dibe ku di hilbijatinan de ji %15 dengan bidest bixe.

Li gor nûçeya Haberturkê serokê şîrketa lêkolînê ya SONARê Hakan Bayrakçi derbarê rêjeya dengê Selahattin Demirtaş de da zanîn ku HDP divê bi namzetekî rast bikeve hilbijartinan, ji, bo partiyekê namzetekî xwedî bi hêz hewceye, ew kes jî Selahattin Demirtaş e, herwiha ji gotinên Demirtaş hat hezkirin, kesên MHPyî jî Demirtaş şopandin ku gelo ka dê çi bibêje.

Bayrakçi li ser pirsa gelo ‘girtina Demirtaş bo HDPê awantaj e an dezawantej e' jî wiha got: "Bi ya min awantajek e, ji be ku li holê mexdûriyetek heye, heke di hilbijartinê de ji %12 werbigirta, êdî ew rêje ji %15 ye."

Bayrakçi derbarê tifaqa mûxalefetê jî eşkere kir ku heke hilbijartina serokomariyê ji tûra duyem re bimîne, wê têkoşînek balkêş derkeve holê, lê divê li ser namzetekî rast li hev bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin