SOHR: Piraniya kuştiyên êrîşa Amerîka ji Heşda Şeibî û Hizbûllaha Iraqê ne

.

 Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafirên şer ên Amerîkayê de ku şeva borî li nav axa Sûriyê bi ser bingehên milîsên Îranî de pêk hatiye zêd bûne.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), hejmara kuştiyên komên alîgirên Îranê gihîşt 22 kesan ku piraniya wan ji Heşda Şebî û Hizbullaha Iraqê ne.

SOHRê daye xuyakirin ku dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, herwiha agahiyên li ser kuştiyên din jî hene.

SOHRê da zanîn ku di êrîşê de 3 kamyonên cebilxaneyê bi temamî hatine rûxandin.

Li gorî çavkaniyên SOHRê ji ber tirsa êrîşên din hêzên Îranê û komên alîgirên wê piştî êrîşê yekser gelek binke û navendên xwe yên li Bukemalê vala kirine û birine cihên din.

 Wezîrê Berevaniya Amerîka Llyod Austin li ser êrîşê ragihandibû ku ew êrîş bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden pêk hatiye û bersiva êrîşên moşekî yên li ser hêzên hevpeymaniyê li Hewlêr û Iraqê ye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin