SOHR: Li Efrînê 3 kurd ji alîyê MÎTa Tirkîyê ve hatin revandin!

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kirîye li Efrînê 3 kurd ji alîyê MÎTa Tirkîyê ve hatine revandin

Li devera Cindirês ya Efrînê 3 welatîyên kurd ji alîyê îstixbarata Tirkîyê ve hatin revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî (SOHR) belav kirîye, îstixbarata Tirkîyê (MÎT)  3 welatîyên Kurd ên bi temen ji gundê Şuydirya yê ser bi Cindrêsê ve desteser kirin û ew ber bi cihekî ne dîyar ve birin.

Li gor ku hatî belav kirin, sedema girtina wan kesan jî, nehatîye zanîn.

Ji dema dagîrkirna Efrînê ve li Adara 2018an û heta niha çekdarên bi ser Tirkîyê ve bihtir ji 2 hezar welatîyên Kurd desteser kirin e û revandine. Çarenivîsa gelek ji wan jî, ne dîyar e.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin