SOHR: Di encama êrîşa artêşa Îsraîlê de 8 çekdarên Îranê hatine kuştin

.

 Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) encama êrîşa ku artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li dijî Lazqiyê û Hemayê pêk anîbû eşkere kir û diyar kir, 8 çekdarên Îranê hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan derbara êrîşa roja Çarşemê ya li ser parêzgehên Laziqiyê û Hemayê agahiyên nû parve kir.

 Li gor çavderiyê diyar kir, ji bilî sivîlên ku hatibûn kuştin û birîndarkirin, 8 çekdarên Îranî jî hatin kuştin û jimareke mezin birîndar bûne.

Ji xwe di êrîşa navborî de, Îsarîlê deverên ku çekdarên Îranê lê dimîn û cebilxaneyên wan û hin derverên sivîlan kiribûn armanc.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye