SOHR: 5 leşkerên Sûriyê û 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

.


 Hat ragihandin ku li gundewarê Idilbê di şerê navbera komên çekdar û hêzên rejîma Sûriyê de, 5 leşkerên ji hêzên rejîmê û 3 çekdar hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) da xuyakirin ku îro 22yê Nîsanê hêzên rejîmê bi moşekan deverên Xirbit Neqûs û Enkawî yên li Sehil El-Xab yê rojihilatê Hema yê topbaran kir.

Herwiha hat diyarkirin ku doh êvarê jî hêzên rejîmê deverên El-Fitîra, Sifohin û Binîn yên li Cebel Zewiyê ya gunedewarê Baîûrê yên Idlibê topbaran kirin û çekdarên bi ser Tirkiyê ve jî êrîşî xaleke hêzên rejîmê li gundê El-Rûyêha yê li gundewarê Başûrê Idlibê kir.

SOHRê ragihand, di encama êrîşê de 5 leşkerên hêzên Şamê û 3 jî çekdarên komên bi ser Tirkiyê ve hatin kuştin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye