SOHR: 21 leşkerên rejîmê û 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

SOHR: 21 leşkerên rejîmê û 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gelek gundên rojhilatê parêzgeha Hema ya Sûriyê, şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çekdarên DAIŞê de rû daye.

Hat diyarkirin ku şer li eniyên El-Rehcan, El-Şakosiyê û Asriye yên dawiya gundên rojhilata Hemayê rû daye.

SOHRê herwiha encamên şerê 48 saetan ên bombebaran, topbaran û şer eşkere kir û ragihand, 21 leşkerên hêzên rejîmê û 13 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ji ber giranbûna rewşa birîndaran dibe hejmar zêdetir bibe.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike