SOHR: 140 çekdarên Sûrî ji Libyayê vedigerin Tirkiyê û komeke din tê şandin  

.


Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bi zarê çavkaniyên xwe ragihand ku biryare beşek ji çekdarên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ji Libyayê vegirin Tirkiyê û ji wir jî car din derbasî Sûriyê bibin.

SOHRê ragihandiye ku hejmara çekdarên ji Libyayê bên vegerandin 140 kes e û herwiha amadekariyên şandina beşeke din bi heman hejmarê tê kirin ku bi rêya Tirkiyê derbasî Libyayê bibin.

SOHRê bal kişandiye ser lihevkirina Libyayê ku hikûmeta demkî bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatiye avakirin û li ser şandina çekdaran daye zanîn, ji vê yekê xuya dibe daxwazên hêzên navneteweyî û bendên lihevkirina Libyayê ku hêzên biyanî ji Libyayê vekişin pêk nehatin.

SOHRê herwiha destnîşan kir ku çekdar bi rêya simsaran û bi soza dayîna 400 dolar mehane ji Idlibê, bakurê Helebê û Efrînê têne peydekirin.

23yê Cotmeha 2020an aliyên siyasî yên Libyayê rêkeftin pêk anîbûn û li gorî wê diviyabû heta 3 mehan çekdarên biyanî ji Libyayê derkevin û ew dem jî 3yê Çileyê 2021ê bidawî bû.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir