SOÇÎ/ Civîna De Mistura ya digel Rûsyayê bidawî bû

Civîna Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan De Mistura ligel şanda Rûsî bidawî bû. De Mistura got, di civînê de pirsa Komîteya Destûrî jî yek mijaran bû.

Berî bîstekê, li Soçiyê civîna De Mistura bi şanda Rûsî re bidawî bû.

Li gor K24ê De Mistura gotiye “Ev tenê destpêka civînan e û civîn berdewam dibin. Di civîna bi şanda Rûsî re pirsa Komîta Destûrî hat gotbêjkirin.”

 

Hat gotin ku hin alî naxwazin pirsa Komîta Destûrî di gera 10emîn a danûstandinên Astanayê bê gotûbêjkirin û alî dibêjin ev pirs gelekî girîng e û pêwendiya wê bi pêşeroja siyasî ya Sûriyê heye û pêwîst e pirsa destûrê li danûstandinên Cenêvê bê gotbêjkirin.

Piştî pêşketina artêşa Sûriyê li başûrê Sûriyê, Rûsya hewl dide pirsa sereke ya Komîta Destûrê di vê gerê de bipaş bixwe û mijarên wek encamên dawî yên şerê li dijî terorê, pirsa vegera koçberan û rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj bike.

Derbarê bernameya civînê îro yên bajarê Sochi de peyamnêrê K24ê da zanîn jî, niha şanda Rûsya û Îranê dicivin, piştre û di demjimêr 15:00  şanda Rûsya û Tirkiyê dicivin û biryar e êvarê jî şanda Rûsî ligel şanda opozîsyona Sûriyê bicive.

Diyar kir jî, îro hevdîtin bi awayekî cuda cuda dibin, sibe jî her sê welatên gerentîker Rûsya, Tirkiye û Îran bi amadebûna Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî De Mistura ligel şandên hikûmet û opozîsyona Sûriyê li ser yek maseyê kom dibin û guftûgoyan dikin.

Îro û sibe 30 û 31 vê mehê gera Astana 10 bi beşdariya nûnerên Rûsya, Îran, Tirkiye û şandên hikûmet û opozîsyona Sûriyê li Sochi birêve biçe, Netewên Yekgirtî û Urdinê jî wek çavdêr beşdar dibin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin