Sîyasetmedara jin a Kurd rastî suîqestê hat

Li Swêdê sîyaseymedara jin a Kurd Suheyla Furş Kelhur, li bajarê Stockholmê li mala xwe rastî êrîşeke bombeyî hat.

Li gor agahîyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê HENGAWê Suheyla Furş Kelhur ti birîn nestandîye lê mala wê zirarek mezin ditîye.

Polêsê Swêdê li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin û di demeke nêz de wê raporekî amade bike.

Suheyla Furş Kelhur rojên borî ji televîzyonekê re gotibû, hin kes telefonê li min dikin û min tehdît dikin û dibêjin “Îran wê çi bîne serê te em ê nîşanî te bidin”

Rejîma Îranê carên pêşî jî êrîşên bi wî awayî kirîye. Ya herî berçav di sala 1989an de li Vîyanayê Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê-Îran (Î-PDK) Dr. Abdurrahman Qasimlo û du hevalên wî li ser maseya muzakereyan kuştibû.

Dîsa di sala 1990an de qîza Qazî Mihemed, Serokê Komara Mehebatê Îffet Qazî bi êrîşeke bombeyî qetil kiribû.

Suheyla Furş Kelhur, gelek xelat standîye. Jiber zordarîya rejîma Îranê bi malbata xwe koçî Swêdê kirîye. Di sala 2010an de ji bo jinên penaber Komeleya Alîkarîyê ava kirîyê. Ji ber van xebatan li Swêdê di sala 2011an de xelata qehremantîyê standîye. Di sala 2012an de jiber xebatên mafên mirovan xelata Simbila Mirovahîyê standîye, di sala 2013an de jî xelata Endamê Gotin û Hezê standîye.

 

 

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’