Sîyaseteka weha vekirî ya tirkayetîyê!

Ger ciwanên Şirnexî nebin tirk, alaya tirk qebûl nekin ew nikarin li vî welatî bijîn, di vî welatî de ciyê wan kesan ku tenê xwe tirk qebûl bikin heye!

Walîyê bajarê Ordîyê pesnê wan 45 ciwanên kurd yên Şirnexî ku kincên bi alaya Tirkî xemilandî li wan kirine daye ku ew di çerçeweya projeyeka musabeqayê sporê bi navê “Pira Dil” birine bajarê Ordiyê yê Tirkiyê.

Walî Seddar Yavûz gotîye, di vî welatî de cî ji 80 milyon ewladên watan re heye û projeya musabeqeyê ku di navbera bajarên Şirnexê û Ordîyê de bi navê “Pira Dil” çêdibe dê têkiliyekê xweş bi xwe re bîne û ew ê herdu bajêran bi hev re bikemilîne.

Gotinên Walî di eslê xwe de dihê wê wateyê ku; ger ciwanên Şirnexî nebin tirk, alaya tirk qebûl nekin ew nikarin li vî welatî bijîn, di vî welatî de ciyê wan kesan ku tenê xwe tirk qebûl bikin heye! Sîyaseteka weha vekirî a tirkiyatî ancax evqas dibe; rismê li jor li gêl pêkenoka xwe, îspata vê yekê ye!

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin