Siidik Bozarslan
Padîşahê Osmanî Sultan Abdulhamidê II.yemîn di 1876an da dema tê ser hukum; wê demê li Balkanan hewildanên neteweyên cuda yên serxwebûnê diqewimîyan, êrîşên Rusyayê bo sînorê Osmanî yê rojhilat xwe nîşan didan û mudaxeleyên Dewletên Rojavayî di rojevê da bûn. Abdulhamîd jî bi minasebeta parastina Împaratorîya Osmanî hem jibo hundûr û hem jibo derve, ketîye nav hewildanek ku bi navê xwe Alayên Hamîdîye bide damezrandin. Di encamên wan hewildanan da li Erzirumê di bin rêvebirîya Zekî Paşa (ew hem fermandarê Orduya Çaran bû û hem jî zavayê Abdulhamîd bû) da di 1890î da van alayan avakirin ku di encamê da jimareya wan gihabû 65an. Di ewraqên resmî yên dewletê da hatîye nivîsîn ku ew alay ji ber ”Dûzena komkirina bacê bide rûniştandin, zêdekirina jimareya orduya heyî bîne şûnê û parastina împaratorîyê li hemberî êrîşên bîyanîyan pêk bîne…”
Divê em bidin zanîn ku çêkirina Yekîneyên Kazakan li Rusya Çarî, bûye îlham jibo Sultanê Osmanî ku alayên eskerî ji kurdan çêke. Lê wek bi emelî / pratikî derketîye meydanê, hedefên wan ên sereke, girêdana Serekên Eşîrên Kurd bo osmanîyan pêk bînin û bizavên ermen û yên dî têkbirin bûye. Qasî ku pratik nîşan daye Abdulhamîd, heta radeyek gîhaye amanca hedefên xwe. Kesên ku di wan alayan da cî girtine; ew ji eskerîya osmanî filitîne, bacê nedane dewletê û ji Serekeşîran ra jî gelek îmtîyaz hatine dayîn. Ew hewildan, bêguman jibo serekeşîr û giregirên kurd jî baş bûye. Ji ber ku otonomîya giregirên kurdên herêmê, ji 1820an wirvê gav bi gav ji meydanê hatibûn rakirin. Bi rîya wan alayan giregirên kurd careke dî bûne xwedîyê rêvebirina xwe û îtîbarên xwe. Lê jibo min cîyê nivîsareka dî ye ku bi rîya van alayan hin giregirên kurd jî hatine kedîkirin û adeta di navbera kurdevînî û evînîya osmanî û tirkan da pergala xwe wenda kirine; bi tabîreka dî ew bûne bêpergal ku mirov nikare bi wan bawerîyê bîne.
Lê wek bi emelî derketibû meydanê ku wan alayan di koçberkirin û kuştina ermenan da cî girtine û loma di Rojnama Kurdistanê (11) da balkêşî û rexne hatine nivîsîn ku hin giregirên kurd bûne aletên Abdulhamîd. Wan bi Alayên Hamîdîye neqeba dijminatîyê jî di navbera civatên kurd û ermenan da çêkirine ku amanca Abdulhamîd ya esasî yek jî ew bûye ku hevkarî û tifaq di navbera van her du civatên dost ên kevnar da çênebe.
Di 1908an da bi îlankirina Meşrûtîyeta Duyem, Îttîhat-Terakî tên ser hukum ku ew di pêşîya İdeolojiya Tirkperestîyê da bûne û jibo wê ideolojîyê di nav hewildsanan da bûne û xwestine ku dewleteka yekneteweyî ava bikin. Loma hedefa wan a ewil, Hamîdîye Alayî bûye û ji ber wê bûye ku Serekê Hamîdîye Alayî Zekî Paşa, ji ser kar dûr xistine, bi çêkirina yasayeke nû rê vekirine ku hin Serekên Alayên Eşîretan û endamên wan avêtine zindanê, ew dê bikaribin di dadgehên sivîl û eskerîyê da werin mehkemekirin, çekên ku dewletê dabûne wan, paşve ji wan sitandine. Wan navê alayan jî guhertine, kirine Alayên Suwarî yên Eşîretî. Îttîhat-Terakkî yên canbaz, politikayeke piralî raxistine meydanê. Wan li gora wê politikayê hin giregirên kurd bi îkna û xapandinê anîne ser rîya xwe û fêdeyê ji wan girtine. Lê hinekan jî hepis kirine, ceza dane wan, surgûn kirine, kuştine.
Di esasê xwe da ne zêde pêwist e ku em behsa pratika Îttîhat- Terakkîyên nejadperest bikin. Di heman salê da, yanî di 1914an da li Bidlîsê û Musulê, îdamkirina kurdan gelek balkêş in. Mela Selîm, Seyîd Alî û Şêx Şahbeddîn û bi dehan kesên dî li Bidlîsê çima hatin îdamkirin, gelek kurd hatin surgûnkirin; di heman salê da Abdurrezaq Beg (Bedirxan) bi xapandinê wî ji herêma rusan anîn alîyê osmanî û kuştin. û Di heman demê da Şêx Abdusselam û hevalên xwe li Musulê hatin dardakirin û piştî kuştina wan jî adeta herêma Barzan hat wêrankirin.
Lê tenê mirov dikare navên du kesan bide ku jibo min her yek ji wan mijara nivîsarên taybetî ne ku ez dê li ser wan rawestim. Li vir tenê ez navên wan binivîsim ku di sedsala çûyî da xwedîyê misyonên taybetî bûne û loma bûne wek du ekol. Yek jê Seyîd Abdulqadirê Nehrî ye ku li Stanbulê xwedêgiravî sîyaseta kurdîtîyê dimeşîne, Serekatîya Partîyeka Kurdî (Partîya Qartonî) dike û di heman demê da jî Serekê Meclisa Daniştayê ya osmanî ye. Dîrok nîşan dide ku wî li Wanê civîn çêkirîye (1909 meha 11an) û pesnê hukmê Îttîhat Terakkîyê daye, hedefên wan ji xelkê ra pêşkêş kirîye. Heman tişt Bediuzzaman jî li Dêrsimê kirîye. Wek min li jêr behs kirîye, ew piştgirekî Îttîhat Terakkîyê ye. Heta hin çavkanî nîşan didin ku ew endamê Teşkîlat-î Mahsûsa (MÎT a îroyîn) bûye. Tenê ez li vir bidim xuyakirin ku ev her du aktorên kedîkirî, di nava pêvajoyê da adeta di sênîyek da Dewleta Turk bi Mustafa Kemal dane çêkirin û loma ew du gunehkarên herî gewre yên sedsala çûyî ne. Pir balkêş e ku Bediuzzaman dema diçe ser dilovanîya xwe, di şeva ewil da goristana wî vedikin û laşê wî winda dikin. Rejima hov bi wê kirinê jî mesaj daye me hemîyan ku em çiqas qedrê serdestan jî bigirin û qîmetê jî nedin xwe, em li ber rejimên dagirker (wê demê Osmanî û Îran in) ne tu tişt in û bi vî awayî em nikarin xwedîtîyê li goristanên xwe jî bikin. Wek em pê dizanin, Seyîd Abdulqadir jî di pêvajoya Bizava Şêx Seîd da hatîye îdamkirin û mesaj hatîye dayîn ku ew kesên ku qîmetê nedin xwe, di wextên pêwist da pêdivîyên xwe neynin şûnê jî û ew poşman jî bibin, ji destê rejimên dagirker xilas nabin û dawîya wan jî, kuştin e, malxirabî ye.
Di Rojnama Kürd Teavün ve Terakkî (1908-1909) jimar I da nivîsareka ”Bedîüzzaman Molla Saîd-î Kurdî” derçûye ku navê wê ´Kürdçe Lisanımız´ (Zimanê me kurdî) bûye, nivîsar kurdî bûye û ew nivîsar di jimare II da bi tirkî jî derçûye. Di nivîsarê da jibo kurdan sê cewher daye zanîn ku divê kurd wan cewheran biparêzin. Yekemîn cewher, îslamîyet e; ya duyemîn osmanî ye û ya sêyem jî kurdîtî ye. Yanî ew di dereceya sêyem da qîmetê dide xwe û civata xwe. Eger mirov bi îlmê matematikê bihesibîne; %33yê laşê Bediuzzaman kurd bûye û %77 jî dîndarî bûye. Lê xuya dibe ku Bedizzaman şola esasî ya mirovî û oldarîyê tevlîhev kirîye û qet nefikirîye ku însên ji dîn meztir e; ji ber ku dîn jibo însanan hatîye, bi gotineka dî yê ku şikil dane dînan, însan bixwe ne. Di heman jimara rojnameyê da bi navê ”Kürdler neye Muhtaç?” (Kurd muhtacê çi ne?) nivîsareka dî ya Bediuzzaman derçûye ku tê da piştgirîya ”Alayên Eşîretan” û ”Mektebên Alayên Eşîretan” dike, pesnê wan dide. (12)