Şivan Barzanî: Eger Pêşmerge nebe hêzeke neteweyî…

.

Pisporê Siyaseta Navneteweyî Şivan Barzanî got, “Eger Pêşmerge nebe Pêşmergeyekî neteweyî dê ‘milîs’ were hesabkirin.”

Îro serkirdeyên 32 welatên endamên NATOyê li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê kom dibin.

Piştî 22 salan ev cara yekem e ku Tirkiye mazûvaniya lûtkeya NATOyê dike.

Pisporê Siyaseta Navneteweyî Şivan Barzanî ev lûtke û mijarên bi Kurdan re pêwendîdar ji Rûdawê re nirxandin.

Wî diyar kir ku ji bo Kurd di hevkêşeyên navneteweyî de bibin xwedî roleke bihêztir, pêwîstiya wan bi siyaseteke yekgirtî ya neteweyî û artêşeke niştimanî heye.

"Kurd li cihekî gelekî stratejîk in"

Şivan Barzanî li ser rol û girîngiya Kurdan got, "Kurd li cihekî gelekî stratejîk in lê ji ber nebûna helwesteke yekgirtî ya neteweyî, rola wan di civînên wekî yên NATOyê de lawaz dimîne."

Yekxistina Pêşmergeyan

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku eger Kurd siyaseteke yekgirtî bişopînin û Pêşmergeyan bikin hêzeke neteweyî ya yekgirtî, dê di paşerojê de roleke wan a gelekî mezin hebe û got:

" Divê Pêşmerge bibe Pêşmergeyekî neteweyî û ji bin desthilata partiyan derkeve. Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê kar dike. Eger ev yek pêk were, dê roleke pir mezin a Kurdan di NATOyê de hebe. Eger Pêşmerge nebe hêzeke neteweyî, dê wekî milîsan were dîtin."

Girîngiya dîplomasiyê

Pisporê siyasî her wiha bal kişand ser girîngiya dîplomasiyê û anî zimên, "Divê Kurd kesên jêhatî di warê dîplomasiyê de deynin cihên pêwîst, ji ber ku cîhan ber bi vî warî ve diçe."

Rudaw

Siyaset Haberleri

Macron: Ti tişt nikare daxwaza ji bo Sûriyeyeke yekgirtî bifetisîne
Li nêzîkî otela ku Macron lê dimîne teqîn çêbûn
TAYBET - Îraq rojane 2-2,5 milyon bermîl petrol hildiberîne
Ukraynayê beriya Lûtkeya NATOyê bi pirtirî 430 dronan êrişî Moskowê kir
NATO li Enqereyê dest pê dike