Siûdiyê û Behrên Supaya Pasdaran û Qasim Silêmanî tevlî lîsta terorê kirin

Hikûmetên Siûdiyê Behrênê, Supaya Pasdaran û Feyleqa Qudsê û hejmarek ji efserên pilebilind ên wê feyleqê tevlî lîsta terorê kirin.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Siûdiyê, ji ser zimanê Dezgeha Ewlehiya Siûdiyê belav kiriye, ku serkirdeyê Feyleqa Qudisê Qasim Silêmanî û herdu efserên wê Feyleqê yên bi navên Hamid Ebdullahî û Ebdilrîda Şehlayî jî, ji aliyê herdu welatên Behrên û Siûdiyê, tevlî lîsta terorê hatine kirin.

Heman ajansê diyar kir, ku navên hin kesên din jî tevlî lîsta terorê hatine kirin, ku pêwendiya wan bi Talîban re heye û piranya wan kesan jî Îranî ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin