Sirûda ”Çerxa Şoreşê” bûye girtina sebaba wan

Li navçeya Tarsûsa ya bajarê Mersînê yê Tirkiyê bi strandina sirûda kurdî hevalekî xwe şandine eskerîya Tirkiyeyê 15 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Tarsûsa ya bajarê Mersînê yê Tirkiyê bi strandina sirûda kurdî hevalekî xwe şandine eskerîya Tirkiyeyê 15 kes hatin binçavkirin.

Li otogara Tarsûsê dema O.E oxirkirine eskerîyê hevalên wî bi kurdî merşa ”çerxa şoreşê” ji bo wî strîayne û bi tiliyên xwe îşareta ”serkeftinê” kirine. Piştî otobus hereket kiriye polis 15 kesên ku piranî emrê wan di bin 18 salî de ne girtîne û birine qereqolê.

Wer xuyaye êdî kurdî starandin û îşareta zaferê dayîn di jiyanê de li Tirkiyê sûc dihê hesibandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin