Şirnex: Helikopterek Tirk ket; 13 rutbeyî mirin

Li gorî agahîyan di nav wan de yên rutbelî jî hene û yek ji wan tumgeneral Aydogan Aydin e

Li gorî agahîya Fermandarîya Giştî ya Tirk di 31ê Gulanê saet 20.55ê de helikopterekê  wan a  tîpa AS 532 COUGAR li Şirnex/Şenobayê piştî rabûnê çend deqîqeyan ketîye û 13 leşkerên ku di helîkopterê de bûne jîyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahîyan di nav wan de yên rutbeyî jî hene û yek ji wan  tumgeneral Aydogan Aydin e.

Herweha îro li herêma navçeya Licê ya bajarê Amedê di operasîyonan de 7 leşkerên  Tirk ku berê 3 rojan birîndar bibûn ji wan3 leşker jîyana xwe ji dest dane.

Ev demeke dirêje  ordîya Tirk li Kurdistanê operasyon dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin