Şîretek ji Mele Hesenê Botî, derbarê Beşikçi û M. E. Bozarslan da! (III)

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Min li jor tenê rismeke biçûk ji jîyana mamosta Beşikçi ku li Dadgeha Eskerîyê ya Amedê qewimîbû, raxist pêşîya we xwendoxên xoşevîst. Lê eger em ji 1967an despêkin ku kitêba wî ya ewil li ser eşîreke kurd bi navê Doğu Anadolunun Düzeni hatibû amadekirin û ew babet bûbû Teza Doktoraya Sosyolojiyê; di navberê da 58 sal buhûrîye ku dirêjîya vê pêvajoyê qasî sê neslî ye. Bo wê ye ku di pêvajoyeke 58 salî dirêj da, ne karekî hêsa ye ku mirov bikaribe li gora laîqê Beşikçyê Rûmetbilind bide zanînê. Li vir ez tenê qîma xwe bi çarçoveyeke teng tînim ku bi kurtayî jibo sernivîsarê (Ehmedê Xanîyê Tirk: Sosyolog Dr. İsmail Beşikçi)  lihevhatî be, pêşkêşî we hêjayan bikim. Jibo vê taspîtê min pêwist dît ku ji rûpela herî dawî ya Mem û Zînê hin rêzên zêrîn raxim pêşîya we û di çarçoveya Felsefeya Xanîyê Gewre da muqayese bi Felsefeya Beşikçiyê Gewre bikim. Lê jibo têgihiştinê min qîma xwe tenê bi Mem û Zînê jî neanî. Min pêwist dît ku çend rêzên zêrîn jî ku Şêx Sadîyê Şîrazî jibo mirovatîya cîhanê dîyarî kirîye, pêşkêşî we bikim. Nuha em dikarin li rûpela dawîyê ya Mem û Zînê binêrin.

Mem û Zîn

“Lê belê, bi murekkeba karên xirab û ne xweş

wî gelek rûpel rûreş kirine rûreş

 

Nivîsara te ye, jê ra numûne û sernivîsar

Sî sal e ku şaş dinivîse ew, nivîsar

 

Lewra dema ji nexuyabûnê qut bû û bû dîyar

tarîx hezar û şêst û yek bû, bi jimar

 

Îsal jî umrê wî gîhîşt çil û çaran

Wî pêşrew û pêşewayê gunehkaran

 

berhev kir gelek mal, ji bêemrîyan û karên şaş

Lê yek poleka wî jî tune, ji tevger û karên baş

Her wek ku te ji evînê asûyek daye wî, cara pêşîn

pêwendîya wî ji dinê bi qencî bibirre, dema paşîn”(Mem û Zîn, r. 693)

“Di malikên jorîn da xuya dibe ku Ehmedê “Xanîyê nemir, mamostayê neteweyê kurd, bavê fikra azadîxwazîya gelê kurd, ew pêşrewê rênumîn, ew dahîyê gewre, ew hozan û zanyar û bîrbirê mezin,” li gora tarîxa Mîladî di 1651an da hatîye dinê. “Li gora ku umrê wî hingê gîhîştîye 44an û çend malik berê jî daye zanîn ku 30 sal e ew dinivîse, nexu di 14 salîya xwe da dest bi nivîsînê yanî dest bi nivîskarîyê kirîye; dîsa ji vê malikê bi awayekî vekirî tê zanîn ku nivîsîna “Mem û Zîn”ê di sala 1695an da temam bûye. Gelek mixabin ku wî nedaye zanîn ku kengê dest bi nivîsîna “Mem û Zîn”ê kirîye; ji ber vî semedî, em nizanin ku nivîsîna vê pirtûka giring û rûmetbilind çend sal girtîye.” (Jêrenotên M. E. Bozarslan, Mem û Zîn, r. 693)  

Wek em dizanin, sedemê esasî jibo nivîsîna Dastana Mem û Zînê, Peymana Qesra Şîrîn e ku di 1639an da çêbûye û cara ewil Kurdistan di navbera Dewletên Osmanî û Îranê da bûye du perçe û hatîye parvekirin. Ew tofana ku hatîye serê civata kurd, li ser Ehmedê Xanîyê nemir tesîreke pir mezin kirîye. Loma wî bîrbirê gewre, wan her du dewletên bihêz şibandîye du okyanusan û kurdan jî şibandîye golekî biçûk di nav wan du okyanusan da û her carê ku pêlên van her du okyanûsan lihev ketine, kurdistan di bin pêlên wan da maye û xwînî bûye. Loma wî qedirbilindê nemir, jibo rewşa civata xwe û jibo çareserîyê ji wan derd û kulan ra bibîne û wek pêşnîyaz pêşkêşî civata xwe bike, Dastana Mem û Zînê afirandîye.   

Li gora lêkolîna  H. Mem, ji dervayê eserên E. Xanî yên Nûbara Biçûkan (1683), Eqîda Îmanê (1687) û Mem û Zîn (1695), 74 şiîrên (helbestên) wî hatine tespîtkirin ku ew wek pirtûk çap nebûye û bûye hedef ku ew şiîr di Dîwanek da werin komkirin û çapkirin. (Salnama

Ehmedê Xanî, Hazırlayanlar: Mehmet Gültekin, Bahar-Nihat Gültekin, BelgeY. 2010 

İstanbul) Lê wek em dibînin di navbera nivîsîna Nûbara Biçûkan (1683) û Mem û Zînê (1695) da 12 sal derbas bûye. Lê balkêş e ku Xanîyê nemir, wek me di malikên jorîn da dît, ew dibêje ku wî sî sal şaş nivîsîye. Ev tespîta cenabê wî bixwe nîşan dide ku wî 18 sal berîya nivîsîna Nûbara Biçûkan jî gelek tişt nivîsîne. Tespîta H. Mem ku behsa 74 şîîran dike ku nehatine çapkirin; îhtîmaleke mezin e ku ew şîîrên neçapkirî, berîya nivîsîna Nûbara Biçûkan hatine nivîsîn. Dibe ku wek pirtûk jî gelek tiştan nivîsîye, lê mixabin ew li ber dest nînin û loma em pê nizanin û nikarin zêde tiştan bêjin. 

Em pê dizanin ku Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê li Medreseyên Kurdistanê wek dersên kurdî hatine xwendin. Ev jibo zimanê perwerdeyê li Kurdistanê gelek muhîm bûye û jibo zimanê perwerdeyê, li dervayê Zimanê Qur´anê, yanî zimanê erebî; adeta bûye şorişek ku digel erebî hatîye xwendin. Lê di alîyê dî da, Xanîyê nemir qîma xwe bi wan neanîye û wek me di malikên jorîn da dît, wî xwe wek gunehkarek dîtîye û gotîye ku wî sî sal şaş nivîsîye. Bi wan rexneyan jî razî nebûye û gotîye ku ew “... pêşewayê gunehkaran” e. Lê piştî ku vê Kitêba Muqaddes temam kirîye, ew zivirîye nik Xwedê û pê ra axifîye. Wî daye zanîn ku ew bûye 44 salî, lê digel wî emrê xwe yê nekal, ji Xwedê xwestîye ku dawî li jîyana wî bîne.

Loma wî di her du malikên dawîyê da; “Her wek ku te ji evînê asûyek daye wî, cara pêşîn                         

pêwendîya wî ji dinê bi qencî bibirre, dema paşîn” gotîye. Ji ber ku ew êdî gihaye mexsedên xwe ku ew jî temamkirina nivîsîna Dastana Mem û Zînê ye. Yanî hedefa avakirina dewleteka serbixwe ye ku divê di alema îslamê da cîyê xwe bigire. Ew Bîrbirê Bavê

Kurdevînîyê, vê daxwaza xwe ya muqades di şîîreka dî da weha daye zanîn: “Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye!”(E. Xanî)