Sîpan Hemo: Rûsyayê xiyanet li kurdan kir!

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerq el-Ewset re got: “Rûsya neheqî û xiyanet li Kurdên Sûriyê kiriye û rê daye Tirkiyê ku operasyonê bîne ser Efrînê.”

Di hevpeyvîna ligel rojnameya navborî de, Sîpan Hemo dide zanîn ku hikûmeta Sûriyê ji YPGê re ragihandiye ku Rûsya nihiştiye artêşa Sûriyê bersiva êrîşa Tirkiyê bide û herwiha nehiştiye ku hikûmeta Sûriyê alîkariyê jî bide YPGê.

Hemo dibêje ku wî berî 3 rojan seredana Moskowê kiriye û li gel Serokerkanê Rûsya û berpirsên îstixbarata wî welatî civiyaye.

Sîpan Hemo got, Serokerkanê Rûsyayê ji wî re gotiye ku mafê Tirkiyê ye berevaniyê li ewlekariya sînorê xwe bike û ew agahdar kirine ku Rûsya serbazên xwe ji Efrînê vedikişîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin