Şingal/ Planeke êrîşa xwekujî hat pûçkirin!

Hat ragihandin ku 2 endamên DAIŞ ên ku amadeyiya êrîşek xwekujî di nav Şingalê de kirine hatine girtin.

Jêderek ji Hêzên Ewleyê yên Parêzgariya Ninowa ragihand ku, amadekarên êrîşek xwekujî li Şingalê hatine girtin.

Her du endamên DAIŞê zindî hatine girtin, li ser yek ji wan yêlekê  bombekirê û yên din jî amadekariya teqînê bi rêya otombîlê kiriye.

Herweha li Xaneqîn xwekujekî DAIŞ berî bikaribe êrîşê encam bide, hate kuştin.

Duh şev li gundê Mexas girêdayî Xaneqînê  malên 2 hemwelatiyên Kurd hatibûn şewitandin.

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin