SINE - Zanîngehê ji ber porên keçan û govendên Kurdî vîdeoyek ji malpera xwe rakir

.

Ji ber govendê û xuyabûna porê keçan, vîdeoya şahiya derçûna beşa werzişê ya Zanîngeha Kurdistanê ya li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji torên civakî yên zanîngehê hat rakirin.

Xwendekarên ku ji beşa werzişê ya Zanîngeha Kurdistanê (Sine-Rojhilatê Kurdistanê) der çûne pîrozbahiyeke rengîn kir.

Xwendekaran vîdeo ji Rûdawê re şand û da zanîn ku birêvebiriya zanîngehê ji ber porên wan û govendên Kurdî ev vîdeo ji malpera zanîngehê rakiriye.

Hinek xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineya Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand:

"Ji ber govendê û xuyabûna porê keçan, vîdeoya şahiya derçûna beşa werzişê ya Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê bi zexta hêzên ewlehiyê hat rakirin."

Ew xwendekar dibêjin ku wan di şahiyê de mîna beşên din ên zanîngehê cil û bergên fermî li xwe kirine û diyar kir ku wan tenê ji bo vîdeoyê hinek liv û tevgerên werzişê kirine û ji bo derçûna xwe kêfxweşiya xwe nîşan dane.

Jêbirina vîdeoyê ya li ser torên civakî bû sedema karvedanên berfireh ên xelkê.

Hinek bikarhênerên torên civakî ew vîdeo bi muzîka Kurdî li ser rûpel û hesabên xwe belav kir û pîrozbahî li xwendekaran kir.

Kurdistan Haberleri

Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrat yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir
Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne