Silopî: Panzera polêsan du zarok kuştin!

Du zarokên ku birayên hev bûn; yek 7 salî yê din jî 6 salî bûye!

Li bakurê Kurdistanê li navçeya Silopîyê di Kuçeya 715ê de, di 3ê Gulana 2017ê di saet 23.50ê de panzerekê polês bi suret ajotîye ser xanîyê Mesûd Yildirim û xanîyê wî hilweşandîye û di odeyeka ku du bîra Muhemed (7) û Furkan (6) di xewê de bûne, di bin panzerê de mane û mirine.

Li gorî şahîdê mahleyê polîsê ku panzer bi kar anîye serxweş bûye, lê hat ragahandin ku panzera polis li ber avayîya MHPê ya Silopîyê wezîfedar bûye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin