Silopî: Meyîtên 56 kesan li goristana bêkesan hatin weşartin

Ji cenazeyan nîmûneyên DNAyê hatin girtin û kevirên gorê bi hejmaran hatin diyarkirin.

Cenazeyên 56 kesên ku di şerên Şirnex, Silopî, Hezex û Cizîrê hatine kuştin, li goristana bêkesan ya Silopiyê hatin veşartin.

Otopsiya cenazeyên 61 kesên ku di dema pevçûnan de canê xwe ji dest dane, li Saziya Tiba Adlî ya Silopiyê de bi dawî bû.

Di encamê de nasnameya 5 kesan diyar bû û malbatan cenazeyên xwe girtin, lê nasnameya 56 kesan diyar nebû. Karmendên Şaredariya Silopiyê, di bin çavdêriya hêzên emnî de li Goristanên Başak û Ofîsê meyîtên 56 kesan veşartin, ku tê îdîakirin endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûn.

Ji cenazeyan nîmûneyên DNAyê hatin girtin û kevirên gorê bi hejmaran hatin diyarkirin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin